Kanala ROJAVA TV

NAMZETA KONGRA STAR A DÊRIKÊ HATE AŞKEREKIRIN

Kongra Star ya bajarê Dêrikê duh ji bo diyarkirina namzeta hevşaredariyê, hilbijartinên navxweyî li dar xist.

Dengdêr û alîgirên Kongra Star ji demjimêr 8 ta 5 esrê berê xwe dan 7 naevndên dengdanê û ji bo hilbijartina namzeta hevşaredariyê dengê xwe bi kar anîn.

Li Dêrikê 8 kesan xwe ji bo posta hevşaredariyê berbijêr kirin.

Dayîkan bi xeml û xêza xwe, dengê xwe bi kar anîn.

rêvebera mala gel sebah jî derbarê serkeftinên jinan de kêfxweşiya xwe anî ziman û got,îroj li kaniya şehîdan jin bûn xwedî hêz û biriyar.

Roja 17’ê nîsanê kongra Star û PYD’ê tifaqeke hevbeş ava kiribûn û di wê çarçoveyê de her du alî hilbijartinên navxweyî li dar dixin û namzetên xwe destnîşan dikin.