Kanala ROJAVA TV

WEQFA JINÊN AZAD A REQAYÊ HEWL DIDE BEHREYÊN JINAN GEŞTIR BIKE

Weqfa Jinên Azad a Reqayê bi rêya perwerdeyên xwe yên taybet hewl dide behreyên jinan geştir bike.

Ji dema damezirandinê ve û ta niha Weqfa Jinên Azad perwerdeyên weke tenduristî, dûrûtin, ciwankarî û geşkirina behreyên jinan vedike.

Heta niha bi sedan jin beşdarî wan perwerdeyan dibin û bi dehan jî navên xwe tomar kirine.

Rêvebira weqfa jinên azad a Reqayê Lemya Mehmûd ji Rojava TV re got, armanca wan ew e ku jin bikaribin bi xwesertiya xwe karê xwe bi rê ve bibin.

Her wiha da zanîn ku, ew ê bi hemû derfetên xwe ji bo jinan bixebitin û di pêşxistina karê wan de bibin faktoreke bingehîn.