Kanala ROJAVA TV

MALA XWENDINÊ YA LI HELEBÊ BÛYE CIHÊ KOMBÛNA HEZKIRIYÊN ZANÎN Û ZANISTÊ

Mala xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ji bo hezkiriyên zanîn û zanistê bûye lêvegera sereke û cihê kombûna xwîneran.
Mala xwendinê sala derbasbûyî bi pêşengiya navenda lêkolînan a Jineolojiyê hate avakirin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê çanda xwendinê berev bi pêş ve diherike û xwîner pêl bi pêl berê xwe didin navendên xwendinê.

Mala xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ku bi sponseriya navenda lêkolînan a Jineolojiyê hatiye avakirin, bûye meqseda xwîneran û cihekî pêşketina asta rewşenbîrî û zanînê.

Di nava refên pirtûkxaneya mala xwendinê de, bi dehan cure û celebên pirtûkan yên cur be cur hene ku mijarên cuda li xwe digre. Her wiha ji zimanên sereke yên weke Kurdî, Erebî, Ingîlîzî û çend zimanên din jî pirtûk lê tên peydakirin.

Xwîner vekirina malên xwendinê yên weha erênî û giring dibînin. Her wiha daxwaz dikin ku li seranserî herêmê gavên weha bên avêtin.

Digel ku hikûmeta Şamê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi tundî dorpêç jî kiriye, lê dîsan damûdezgehên li herêmê hewla bipêşxistina tevahî qadên jiyanê didin.