Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR JI BO ŞÎROVEKIRINA HILBIJARTINAN CIVÎNEK LI QAMIŞLO SAZ KIR

Kongra Star bi hemahengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD civîneke berfireh derbarê amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên navxweyî, li gundê Tenûriyê yê Qamişlo li dar xist.

Civîn bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk û hemû saziyên civaka sivîl li navenda PYD a li gundê Tenûriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo pêk hat.

Di civînê de li ser navê Kongra Star Mîdya Mihemed axivî û derbarê sîstema hilbijartinê û amadekariyên wan ên ji bo hilbijartinên 27’ê mehê yên navxweyî agahî dan.

Di dawiya civînê de navên 3 namzetên jin hat ragihandin ku ew jî: Xewla El-Xelef, Efaf El-Ehmed û Xewla Nûh in.

Her sê namzetan xwe bi kesên amade dan nasîn û behsa projeyên xwe kirin.