Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD NARVÎN HOGIR OXIR KIRIN

Xelkên Bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê Endama Yekîneyên Parastina Jin Narvîn Hogir li goristana şehîd Delîl Saroxan, Oxir kirin.

Meclisa Malbatên şehîdan, Kongra Star, PYD, TEV-DEM û Xelkên Qamişlo, beşdarî merasîmê bûn .

Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û Kongra Islama Demokratîk ve, hatin kirin .

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîd re xwestin û soza şopandina rêya tevahî şehîdên azadiyê dan .

piştre wesîqeya şehîd hate xwestin û radestî malbatê hate kirin.

di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di bin durişmeyên şehîd namirin de spartin axê .