Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR LI HESEKÊ HILBIJARTINÊN NAVXWEYÎ JI BO ŞAREDARIYAN LI DAR XIST

Kongra Star a bajarê Hesekê, ji bo destnîşankirina namzetên xwe yên hilbijartinên şaredariyan, îro hilbijartinên navxweyî li dar xist.

4 endamên Kongra Star a Hesekê xwe ji bo hevserokatiya hilbijartinên 30’ê gulanê berbijêr kirine.

Îro endamên kongra Star, malbatên şehîdan, xebatkarên saziyên jin, ji bo hilbijartina namzetekê dengê xwe bi kar anîn.

Piştî dengdayînê, dê komîteyên peywendîdar dengan bihejmêrin û berbijêra ku dengê herî zêde werbigire, dê weke namzeta hevserokatiyê were hilbijartin û derbasî lîsteya hilbijartinên giştî yên 30’ê Gulanê bibe.

Ev hilbijartinên xweser ên pêşwext weke pêngaveke yekemîn a demokrasiyê li ser asta cîhanê tê naskirin.

Bi awayekî berdewam dê heta dawiya vê mehê, li seranserî herêmê Tifaqa Kongra Star û PYD’ê hilbijartinên navxweyî li dar bixin.