Kanala ROJAVA TV

DAYIKÊN ŞEHÎDAN ÊN REQAYÊ CEJNA ŞEHÎDAN PÎROZ DIKIN

25’ê Nîsanê cejna şehîdan li herêma bakur û rojhilatê sûriyê tê pîrozkirin.
Dayikên şehîdan ên Reqayê cejna şehîdan pîrozdikin û destkeftiyên heyî dispêrin xwîna şehîdan û dibêjin ku ev cejin cejna wan a rasteqîn e.

Ji bo rêzgirtina li xwîna zêdeyî 13 hezar şehîdên ku di oxira azadî û şoreşa 19’ê tîrmehê de canê xwe feda kirine Rêveberiya Xweser 25’ê Nîsanê weke roja şehîdan destnîşan kiriye.
her sal ev roj li herêmê tê pîrozkirin û tevahî şehîdên azadiyê tên bibîranîn.
Dayikên şehîdan ên Reqayê cejna şehîdan pîroz dikin û destkeftiyên heyî dispêrin xwîna şehîdan.
Dayika şehîdekî, Ebîr Hac Ebdullah ev cejin li tevahî dayikan pîroz kir û diyar kur ku cejna şehîdan cejna wan a rasteqîn e ji ber ku ew bi saya şehîdan di nava aramiyê de dijîn.