Kanala ROJAVA TV

ROJNAMEVANÊN HERÊMÊ SERDEGIRTINA NAVENDÊN STÊRK TV Û MEDYA HABER ŞERMEZAR DIKIN

Rojnamevanên herêmê serdegirtina polîsên Belçîkayê ji navendên Stêrk TV û Medya Haber şermezar kirin û gotin, Ev serdegirtin parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelên Kurdistanê ye .

Her wiha Rojnamevanan destnîşan kirin ku armanca serdegirtinê qutkirina dengê azadiyê ye .

Hemwextî êrîşên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên parastinê yên medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî çapemeniya azad dest bi pêleke êrîşên qirkirinê hatiye kirin.

Doh û di demekê de ku rojnamevanên Kurd salvegera rojnamegeriya Kurdî pîroz dikirin, Polîsên Belçîkî bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber de girtin.

Rojnamevanên herêmê serdegirtina polîsên Belçîkayê şermezar kirin û gotin, Ev serdegirtin parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelên Kurdistanê ye .

Her wiha Rojnamevanan destnîşan kirin ku armanca serdegirtinê qutkirina dengê azadiyê ye .

Rêjîmên desthilatdar ên dagîrkerên Kurdistanê ji dema derketina rojnama Kurdistanê heta roja îro şerê medyaya kurdî kirine û bi şerê medyayî û girtina rojname û kovarên kurdî hewl dane dîrok û çanda gelê kurd berovajî bikin.

Tevî vê yekê jî ragihandina Kurdî gelek qonax derbas kirine û îmzaya xwe avêtiye bin gelek pêşketinan.