LI HESEKÊ QURBANIYÊN KOMKUJIYA ERMENAN HATIN BIBÎRANÎN
Li Hesekê qurbaniyên komkujiya ku Osmaniyan berî 109 salan li dijî Ermenan pêk anîbû bi semînerekê hatin bibîranîn .
Merasîm bi dirûşma “Xwîna şehîdan nifşekî serhildêr ava kir”, li Hola Serdem a li bajarê Hesekê hat dayîn .
pêkhateya Ermen, endamên saziyên sivîl, şandeyên MSD’ê, TEV-DEM’ê, endamên partiyên siyasî, civakî, şervan û fermandarên QSD û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn .
di semînerê hate gotin dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê digire û komkujiyan pêk tîne .
Di dawiyê de şanoyek li ser komkujiyên li dijî Ermenan hate pêşkêş kirin.
Piştre Koma Nofa muzîkên gelêrî yên ermenî pêşkêş kirin.