Kanala ROJAVA TV

ERMENÊN HESEKÊ BI MEŞEKÊ ŞEHÎDÊN QIRKIRINA ERMENIYAN BI BÎR ANÎN

Ermenên Hesekê bi meşeke meşeleyan şehîdên qirkirina Ermeniyan bi bîr anîn û kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin.

Meş ji pêşiya parka Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û ber bi Qada Suryanan a taxa Nasra ve bi rê ket.

Di meşê de endamê Rêveberiya Giştî ya Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Teteryan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de Îmad got ku bi saya fedekariyên şehîdan, ew ê faşîzma dewleta Tirk têk bibin.

Paşê meş bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujiya Ermeniyan bi dawî bû.