Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA JINÊN ERMEN QIRKIRINA ERMENIYAN ŞERMEZAR KIRIN

Yekîtiya Jinên Ermenî bi çalakiyekê salvegera qirkirina Ermeniyan li bajarê Qamişloyê bi bîr anîn û mûm vêxistin.
Çalakî bi amadebûna endamên Yekîtiya Jinên Ermenî û rêxistinên civaka sivîl bi rêve çû.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ermenî axaftin hatin kirin û hate gotin ku, Qirkirina Ermeniyan pêvajoya qirkirin û derxistina Ermeniyan a bi kom û sîstematîk e ku li ser axa Împaratoriya Osmanî bi destên hikûmetê pêk hatiye.

Ermenî di wê demê de rastî komkujiyên komî hatin her wiha ji Jin, zarok , kal û pîr li gorî qanûna koçberiyê neçar man ku bi meşên mirinê ber bi çolistanên welatên cîran ve bimeşin.