Kanala ROJAVA TV

GRÛPA MALVA YA PERWERDEYA HUNERÊN BEDEW BEŞA 2’EMÎN YA PERWERDEYÊ BI DAWÎ KIR

Grûpa Malva ya Perwerdeya Çand û Hunerên bedew, bi merasîmekê beşa duyemîn a perwerdeya Hunerên Bedew li Qamişlo bi dawî kir.

Merasîm li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan ji behremend û şêwekaran bi rêve çû.

Di merasîmê de pêşangeheke wêneyan a bi navê Hanar 2 ku ji 33 tabloyên şer, nexweşiyên derûnî û hespan pêk tê, hate vekirin.

Di dawiyê de bawernameyên derçûyînê li xwendekaran hatin belavkirin.