Kanala ROJAVA TV

LI SERANSERÎ HERÊMÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ MEŞ HATIN LIDARXISTIN

li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşên girseyî li dar ketin .
gel piştgiriya berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin .

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên girseyî li dar ketin .

Meşa Qamişlo ji Çerxerêya Sunî bi beşdariya bi sedan kesan dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û tê de hate gotin ku divê hemû pêkhate li dijî dagirkerî û êrişan têkoşînê mezin bikin .

bi heman armancê xelkên Dêrkê meşeke girseyî li dar xistin .

Bi sedan Xelkên bajêr li Qada Azadiyê kom bûn û dest bi meşê kirin .

Meş li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê .

di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hevkariya (PDK) bi dewleta Tirk re hate şermezar kirin .

Bi hezaran xelkên kantona Firatê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin .

Meşê ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê .

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên” Bêjî berxwedana gerîla” û ” Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin .

her di meşê de axaftin hatin kirin û hate destnîşan kirin ku gelê herêmê dê bi rihê netewa demoktak planên dewleta Tirk têk bibin û serkeftinê misoger bikin.

Meşên girseyî bi dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” bimre îxanet û berxwedan jiyan e bi dawî bûn .