Kanala ROJAVA TV

LI LUBNANÊ PANELEK LI SER GIRÎNGIYA ÇAPEMENIYÊ LI DAR KET

Bi boneya salvegera 126’an a destpêkirina çapemeniya kurdî, Kombenda Newroz a Çandî û Civakî ya li Lubnanê panelek li ser girîngiya çapemeniyê li dar xist.
Panel li navenda kombendê ya li Beyrûta paytext hate organîzekirin û tê de bi dehan rewşenbîr û welatiyên Kurd ên li Lubnanê beşdar bûn.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir.
Piştre endamê meclisa PYD’ê ya Lubnanê Ehmed Serhed axivî û li ser giringiya çapemeniya Kurdî û armanca derketina Yekemîn rojnameya kurdî bi awyekî berfireh axivî.
Her weha li ser navê Komeleya Jîn a Jinan axaftin ji aliyê Buşra Elî ve hate kirin û got ku çapemenî ew hêza nerm e ku çand, nasname û dîrokê bi pêş dixe.