Kanala ROJAVA TV

XELKÊN ŞEHBAYÊ ŞEHÎDÊN BASILÊ PÊŞWAZÎ KIRIN

Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê cenazeyên şehîd Cûdî Reşo û Cûdî Gaber ên di çalakiya Basilê de şehîd bûbûn, pêşwazî kirin.

Piştî 3 mehan cenazeyên şehîdên çalakiya Basilê gihaştin destê malbetên şehîdan.

Girseya gel ji bo pêşwazîkirina cenazeyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê berê xwe dan deriyê navçeya Ehdasê .

Piştî ku cenazeyên şehîdan hat wergirtin, girseya gel bi karwaneke erebeyan berê xwe dan Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Dê îro şehîdên çalakiya Basilê bi merasîmekê li Pakrawangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li kantona Efrîn bên oxirkirin.