Kanala ROJAVA TV

FORUMA EQLAM RUQEYA JI BO BEHREYÊN CIWANAN ÇALAKIYEKE ÇANDÎ LI REQAYÊ LI DAR XIST

Foruma Eqlam Ruqeya li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê çalakiyeke çandî ji bo geşkirina behreyên ciwanan li dar xist.

bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û komîteya amadekar bixêrhatina mêvan û beşdaran kir, paşê helbest ji aliyê helbestvanên beşdar ve hatin xwendin.

Piştre şanoyek jî bi navê “Bi Çavên Me” ku behsa jiyana pîşeyî ya hunermend Îbrahîm El-Xidir dike, hate pêşandan û ji ber keda wî ya di warê çandê de hat xelatkirin.

Di çalakiya forumê de pêşangeheke hunerî hate vekirin û forum bi strana Koma Mihemed Ebû El-Zeheb ya çandî bi dawî bû.