Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ MIHRÎCANA BUHARÊ HATE LIDARXISTIN

Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê di bin dirûşmeya Azadî wê bi ser bikeve, jin jiyan azadî, Mihrîcana Bûharê li dar xist .
Mihrîcan li qiraxa çemê Firatê, û bi amadebûna Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û Xelkên Reqayê, hate lidarxistin.
Di mîhrîcanê de endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Emîne El Mihemed axivî .
Emîne anî ziman ku bi kedên Yekitiya Jinên Ciwan mîhrîcan hat lidarxistin.
Di mîhrîcanê de berhemên jinan ên durûtina li ser cawan, neqişkirina li ser qermîtan, entîk û tiştên kevnare hatin pêşkêşkirin.
Her di mîhrîcanê de stran û huner hatin pêşkêşkirin.