Kanala ROJAVA TV

TÊKILDARÎ KOMKUJIYA ERMENIYAN LI QAMIŞLO SEMÎNER HATE DAYÎN

Encumena Civaka Ermenî, bi boneya salvegera komkujiya Ermeniyan semînerek da .
semîner li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi başdarbûna bi dehan kesan hate dayîn .
Semîner ji aliyê Şêwirmendê Encumena Civaka Ermenî Hena Somî ve hat dayîn.
Hena Somî, diyar kir ku gelê Ermenî bi hezaran salane li hemberî komkujî û êrîşan rû bi rû maye .
her wiha bibîr xist ku yek ji komkujiyên herî mezin, di sala 1915’an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve hatiye pêkanîn.
Hena Somî da zanîn ku di komkujiyê de sed hezaran Ermenî hatine qetilkirin, êşkence û koçberkirin.
Di semînerê de rewşa Kud û Ermeniyan a li Suriye, Ewropa û Tirkiyê jî bi berfirehî hat nîqaşkirin .