Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ: EM Ê TEVLÎ HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN BIBIN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi konferanseke rojnamevaniyê ragihand ku dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe û amadebûna xwe ya lihevkirina bi partiyên cuda re piştrast kir.
Partiya Sûriya Pêşerojê got, ew ê tev li hilbijartinan bibin û bang li endamên partiyê kir ku tevlî hilbijartinên navxweyî bibin, da ku namzetên xwedî tecrûbe hilbijêrin.
Her wiha aşkere kir ku dê namzetên wan nûnertiya gel bikin û xizmeteke baş pêşkêş bikin.
Partiya Sûriya Pêşerojê aşkere kir ku deriyê wan li pêşiya tevahî partiyan vekiriye û ew dikairin bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin.
Biryar e hilbijartinên şaredariyan 30’ê gulanê bêne lidarxistin. Beriya niha jî PYD’ê û Kongra Star li gel hev tifaqek ava kiribûn.