Kanala ROJAVA TV

JINÊN KURD PÊŞENGIYA XEBATÊN RAGIHANDINA KURDÎ DIKIN

22’ê nîsanê salvegera 126’an a roja rojnamegeriya Kurdî ye. Ji dîrokê ve û heya niha jinên Kurd pêşengiyê ji xebatên ragihandina Kurdî re dikin.
Rojnamevanên jin ên Rojavayê Kurdistanê ji Rojava TV re behsa ezmûn û rola jinan ya di nava ragihandinê de dikin û tekez dikin ku ew ê bibin dengê jinan.

Gava pêşîn a destpêkirina ragihandina Kurdî ji weşandina rojnameya Kurdistanê li Qahîreya paytexta Misrê dest pê kir.

Ji wê demê ve rojnamevanên Kurd ji bo ragihandina azarên gelê xwe û danasîna dîroka qedîm a Kurdistanê, di nava keftûleftekê de ne.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, jin ji destpêka şoreşê ve pêşengiya ragihandinê dikin û mohra xwe li her qadê dixin.

Rojnamevanên jin ên Rojava behsa ezmûn û rola jinan ya di ragihandina Kurdî de dikin.

Bi gotina rojnamevanên jin, her çendî destpêkê kelem û azar li pêşiya wan derdiketin, lê wan bi israr karê xwe dimonadin û feraseta li dijî azadiya jinan têk birin.

22’ê Nîsanê salvegera 126’an a roja rojnamegeriya Kurdî ye. Tevî qeyd û bendên li dijî çapemeniya Kurdî, lê rojnamevanên Kurd bizava xwe ji her demê geştir û mukumtir dikin.