Kanala ROJAVA TV

CIWANAN JI BO AZADIYA RÊBER APO KONFERANSEK LI HELEBÊ LI DAR XISTIN

HÊVA BEKIR – ENDAMA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A HELEBÊ

Bi dirûşmeya “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin” Tevgera Ciwanên Şoreşger konferansek ji bo nîqaşkirina erka ciwanan ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber li Helebê li dar xist.

konferans li hola Starlayt a herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, nûnerên ciwanan ên di saziyên sivîl û partiyên siyasî de bi rêve çû.

Di konferansê de Beşdaran li ser girîngiya xwendina pirtûkên Rêber Apo û çawaniya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî nêrînên xwe anîn ziman.

Beşdaran diyar kirin ku ew bi saya Rêber Apo gihîştine vê astê û ew hêzê ji felsefe û ramanên Rêber APO digirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.