Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK CAREKE DIN STASYONA SEÎDE YA PETROLÊ HEDEF GIRT

Duh di demjimêrên sibehê de careke din dewleta Tirk a dagirker stasyona Seîde ku rojane 10 hezar bermîl pertol berhem dianî, hedef girt.

Ji ber êrîşan stasyon ji xizmetê derketiye û wêraniyeke gelekî mezin pêk hatiye.

Hevkarên me çûn cihê êrîşê û raporeke taybet amade kirin.

Ev stasyona Seîde ya li bakurê navçeya Tirbespiyê ye ku rojane 10 hezar bermîl petrol berhem dianî, lê dawiya sala derbasbûyî Tirkiyê bi sê mûşekan ew bombebaran kir û ji xizmetê xist.

Di nîsana îsal de Rêveberiya Xweser biryar girtibû ku ji nû ve stasyonê çaksaz bike û alavên pêwîst jî dabîn kiribûn, lê sibeha 19’ê Nîsanê dîsa dronên Tirkiyê stasyon hedef girt û alavên wê ji kar rûxandin.

Ev stasyon li gel sînorê Bakurê Kurdistanê ye û weke duyemîn stasyona herî mezin ya hilberandina petrolê li kantona Cizîrê ye ku pêdiviyên xelkê yên sotemenî û elektrîkê peyda dike.

Beriya niha jî Tirkiyê bi sedan stasyon, zeviyên pertolê, kargeh û çavkaniyên jiyanê rûxandibûn, ji bo ku Rêveberiya Xweser wan deveran çaksaz bike pêwîstî bi alavên mezin heye, lê ji ber dorpêçê rêveberî nikare wan peyda bike.

Tevî ku hêzên Amerîkî û Rûsî jî li herêmê hene, lê weke her carê, xwe li bêdengiyê danîne.