Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN KURDÎ YÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ JI BO YEKRÊZIYA NAVMALA KURDÎ DIXEBITIN

Ji bo avakirina yekrêziya navmala kurdî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê insiyatîfa hevdîtinan bi partiyên siyasî yên li herêmê re didomînin.

Derbarê mijarê de Serokê partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê Dr. Ferhad Têlo bal kişand ser peymana ku insiyatîfê ji bo yekrêziyê danîye û got, tevahî bendên wê dikevin bin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê.

Ji bo avakirina yekrêziya navmala kurdî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê insiyatîfa hevdîtinan bi partiyên siyasî yên li herêmê re didomînin.

Armanca sereke ya partiyan, avakirina peymaneke hevbeş e ku nêrîna tevahî partiyan li xwe bigire û ji bo çareserkirina doza gelê Kurd bibe lêvegereke sereke û bingehîn.

Serokê partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê Dr. Ferhad Têlo ji Rojava TV re behsa karûxebatên yekkirina aliyên Kurdî dike.

Dr. Ferhad Têlo bal kişand ser peymana ku insiyatîfê ji bo yekrêziyê danîye û destnîşan kir ku tevahî bend dikevin bin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê.

li Rojavayê Kurdistanê gelek hewldanên ji bo yekîtiya navmala Kurdî hene, gelek partî tevî van xebatan dibin, lê hin aliyên siyasî jî heta niha nêzî hewldanên yekîtiya Kurdan nabin.