ÇALAKIYÊN HEFTEYA WÊJEYÎ BI NÎQAŞKIRINA MIJARÊN DEWLEMEND DEWAM DIKE
Çalakiyên Hefteya Wêjeyî bi nîqaşkirina mijarên germ û dewlemend di roja 5’an de li Dêrika Hemkoyê dewam dikin.
Çalakî bi sponseriya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin û dê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
Berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê ji Rojava TV re got, armanca wan çareserkirina pirsgirêkên wêjeyî ye.
Çalakiyên Hefteya Wêjeyî ku bi sponseriya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, di roja 5’an de dewam dike.
Di çalakiyên hefteya wêjeyî de hejmarek ji nivîskar, helbestvan, lêkoler û xwînerên Rojavayê Kurdistanê beşdar in.
Çalakî li Hotêla Êndîwarê ya Dêrikê bi nîqaşkirina mijarên wêjeyî, çawaniya pêşxistina asta wêjeyê, xurtkirina qelema rewşenbîriyê û piştevanîkirina nivîskaran bi rê ve diçe.
Rojane mijareke hilbijartî tê ser maseya gotûbêjê ya xemxurên wêje û edebiyatê û li ser mijarê nîqaşên germ û gur têne kirin. Yek ji mijarên sereke jî geşkirina wêjeya zarokan e.
Piştî bidawîbûna mijaran, dê Dîwan rêzeçalakiyên xwe bi daxuyaniyekê bi dawî bike.
Beriya niha jî Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman awayî çalakiyên weha li Kobanê û Qamişlo li dar xistibûn û sala bê jî dê li bajarekî din were lidarxistin.