Kanala ROJAVA TV

LI SERANSERÎ HERÊMÊ SALVEGERA 19’EMÎN A DAMEZIRANDINA KJK’Ê HATE PÎROZKIRIN

Xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 19emîn salvegera damezrandina komalên jinên kurdistanê KJK şahiyên pîrozbahiyê yên girseyî li dar xistin.

Beşdarên şahiyan destnîşan kirin ku, KJK’ê bi têkoşîn û berxwedana xwe ji bo hemû jinan bû hêviya serkeftinê.

Bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), di bin dirûşmeya ”Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve” li seranserî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Salvegera damezirandina KJK’ê bi şahî û coçeke mezin li parka Azadî ya li bajarê Qamişlo hat pîrozkirin.

Di şahiyê de berdevka kongra star Rîhan Loqo axivî û da zanîn ku, KJK’ê encama ked û xebata 40 salan ya Rêber APO ye.

Bi heman boneyê li Dirbêsiyê jî şahiyek hate sazkirin û bi moraleke bilind damzirandina KJK’ê hate pîrozkirin.

Di şahiyê de berxwedana Rêber APO û gerîlayên azadiya Kurdistanê hate silavkirin.

Bajarê Kobanê jî ji vê coşê bêpar nema û bi sedan jinên Kobanî xwe bi cilûbergên neteweyî xemilandin û bi rihê berxwedana Kobanê têkoşîna gerîlayên YJA- STAR’ê silav kirin.

Di şahiyan de jinan careke din tekezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê kirin û tekez kirin ku ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bigihînin serkeftina herî mezin.