Kanala ROJAVA TV

TEVGERA JIN YA KANTONA FIRATÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ RÊVEBERA RÊXISTINA SARA ŞERMEZAR KIR

Tevger û rêxistinên jinan ên kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşa dewleta Tirk a duh ya li dijî Kobanê şermezar kirin.

Her wiha diyar kirin ku, di encama êrîşê de rêvebera Rêxistina Sara ya kantona Firatê û hevjînê wê birîndar bûne.

Tevgerê got, armanca Tirkiyê jinavbirina rêxistina jinan e û bang li civaka navdewletî kir ku dawiyê li bêhelwestiya xwe bîne.