Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN MINBICÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎD EZÎZ EREB BI BÎR ANÎN

Li kantona Minbicê Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe de, bi merasîmekê hate bibîranîn.
Bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de name û gotinên ku Şehîd Ezîz di derbarê tevlêbûna xwe û giringiya xurtkirina pergala bihevrejiyanê de gotibûn, hatin guhdarkirin.
Beşdarvanan bi baldarî li nirxandinên şehîd Ezîz Ereb guhdar kirin û ew bi rêzdarî bi bîr anîn.
Şehîd Ezîz Ereb yekemîn şehîdê ji pêkhateya ereb di nava tevgera azadiyê de ye.
Wî beriya şehadeta xwe gotibû, heta ku doza gelê Kurd neyê çareserkirin, ti carî aramî li Rojhilata Navîn peyda nabe û bi wê baweriyê canê xwe feda kir.