Kanala ROJAVA TV

LI TIRBESPIYÊ CEJNA ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ HAT PÎROZKIRIN

Yekîtiya Jinên Êzidî bi boneya cejna çarşema serê nîsanê şahiyek li salona navçeya Tirbespiyê li dar xist.Şahî bi amadebûna bi dehan Aşûrî, Kurd,Ereb, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, MSD, PYD û şaredariyan bi rê ve çû.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, paşê cejna Çarşema serê nîsanê li hemû pêkhateyên herêmê û gerîlayan hat pîrozkirin.

Şahî bi pêşkêşkirin stran û gerandina govendan bi dawî bû.