Kanala ROJAVA TV

PIRTÛKA HUNERMEND ZUBÊR SALIH LI QAMIŞLO HAT ÎMZEKIRIN

ZUBÊR SALIH - HUNERMEND

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê bi şahiyekê îmzekirina pirtûka hunermend Zubêr Salih a bi navê (Dest Mede Ber Rû) pîroz kir.

Şahiya îmzekirinê li baxçeya xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar ket û tê de bi dehan rewşenbîr, hunermend û endamên Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê beşdar bûn.

Di şahiyê de li ser navê Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê axaftin hat kirin û îmzekirina pirtûkê li hunermend Zubêr Salih hat pîrozkirin.

Merasîm bi gotina stranên Zubêr Salih û îmzakirina pirtûkê bi dawî bû.