Kanala ROJAVA TV

LI REQA HILBIJARTINÊN SERETAYÎ JI BO HEVSEROKATIYA ŞAREDARIYAN DEST PÊ KIR

proseya hilbijartinên seretayî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo hilbijartinên şaredariyan li kantona Reqayê dest pê kir.
Proseya dengdanê wê li ser 3 rojan dewam bike, roja duşemê wê hilbijartin li xeta başûr û rojava pêk werin, roja sêşemê li xeta bakur û rojhilat, roja çarşemê ji bo hundirê bajêr.
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bang li hemû endaman kir ku beşdarî hilbijartinan bibin û kesê ku nûnertiya gel bike ji bo şaredariyê hilbijêrin.
Hevserokatiya şaredariya gel a kantona Reqayê jî destnîşankir ku destpêkirina hilbijartinan û vekirina rê li ber namzetan Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di bin çavdêriya komîteyeke taybet a hilbijartinan de dimeşe.