XELKÊN DÊRAZORÊ ŞEHÎD FADÎ HEMÎD EL-ELÎ BI MERASÎMEKÊ OXIR KIRIN
Bi sedan xelkên Kantona Dêrazorê bi merasîmekê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Hemîd El-Elî oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fadî Hemîd El-Elî dema li ser erka xwe bû gihêşt asta şehadetê.
Meclîsên Dêrazorê û Hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina Şehîd Fedî bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hat kirin û tê de şopandina rêya Şehîdan û parastina destkeftiyên wan hat dayîn.
Cenazeyê Şehîd bi tilêliyên dayîkan û berzkirina dirûşmên”Şehîd Namrin” li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a li bajarokê El-Busêra spartin axê.