Kanala ROJAVA TV

LI REQA , MINBIC Û KOBANÊ KONGRA STAR Û KOMBÛNA JINAN A ZENÛPYA NAMZETÊN XWE NÎŞAN KIRIN

Li sernaserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên pêşwext yên navxweyî yên Kongira Star û PYD’ê her wiha partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jianan a Zenûpya tên li darxistin û nemzetên xwe nîşan dikin da ku beşdarê Hilbijartinên şaredariyan yên dê di 30’î Gulanê de pêk were bibin.

Doh Li bajarê Kobanê kongra Star ji bo destnîşankirina namzeta xwe ya hevşaredariyê hilbijartinên navxweyî li dar xist.

Jinên bajarê Kobanê jî berê xwe dan navenda dengdanê ya li naverasta bajêr û dengê xwe ji bo diyarkirina namzeta hevşaredariyê bi kar tînin.

Proseya dengdanê ji demjimêr 8 sibehê ve dest pê kir û di saet 4’an de bi dawî bû. 2 jinan xwe ji bo posta hevşaredariyê li ser lîsteya Kongra Star berbijêr kiribûn.

Demjimêr 4 sindoqên dengdanê hatin girtin û komîteya hilbijartinan dest bi cudakirina û hejmartina dengan kir. Di dawiyê de bi daxuayniyekê navê namzeta serkeftî aşkere bû.

Li bajarê Reqayê jî hilbijartinên navxweyî yên Kombûna Jinan a Zenûbyayê hatin lidarxistin.
Bi sedan jinên Reqayê ji bo hilbijartina namzeta hevşaredariyê demjimêr 9 berê xwe dan navenda dengdanê ya li Kombûna Jinan a Zenûbyayê û dengê xwe dan.

Li Reqayê 2 jinan xwe li ser navê lîsteya Kombûna Jinan a Zenûbyayê berbijêr kiribûn.
Di dawiyê de bi daxuyaniyekê ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbyayê ve nemzet hatin eşkere kirin

Roja 25’ê mehê Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ragihandin ku dê bi lîsteyeke hevbeş tev li hilbijartinên şaredariyan û meclisên şaredariyan bibin.

Di heman mijarê de Li bajarê Minbicê jî hilbijartinên navxweyî yên Kombûna Jinan a Zenûbyayê hatin lidarxistin.

Li Minbicê 3 jinan xwe li ser navê lîsteya Kombûna Jinan a Zenûbyayê berbijêr kiribûn.
Jinên Minbicê ji Rojava Tv re destnîşan kirin ku wan ji tevahî civakê re îspat kirine ku di her qadên jiyanê de dikarin biryaran bidin û bi xwe xwebirêve bibin .

hilbijartinên navxweyî û itifaqên di navber partî û rêxistinên jinan de dewam dike da ku bi pirojeyên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.