ÊZIDIYÊN HELEBÊ BI BONYA CEJNA ÇARŞEMA SOR MÛM LI SER GORÊN ŞEHÎDAN PÊXISTIN
Mala Êzidiyan a Helebê bi boneya cejna Çarşema Serê Nîsanê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Mûm li goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê hatin pêxistin.
Endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de cejna çarşema serê nîsanê hat pîrozkirin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.