Kanala ROJAVA TV

DÊR Û WEQFÊN XIRISTIYANÊN REQAYÊ RADESTÎ KOMÎTEYA PARASTINA MAL Û MILKAN HATIN KIRIN

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mal û milkên xiristiyanên koçber, dêr û weqfên wan ên li kantona Reqayê radestî komîteya Parastina Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Merasîma radestkirinê bi amadebûna Endamên Kongreya Îslama Demokratîk, oldarên misliman, Suryan, Asûr û Ermen, hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Dêra Şehîdan a li gel Parka Reşîd a Reqayê pêk hat.

Serokê Saziya Olî ya Kantona Reqa û Tebqayê Îbrahîm El Iwês di merasîmê de belgeya fermî xwend û got ku wan erka xwe ya olî bi cih anî.

Piştî radestkirinê, rayedarên komîteya Parastina Mal û Milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çûn cihên ku hatine radestkirin.

Di pêvajoya duyemîn de dê di çend mehên bê de mal û milkên Suryan, Asûr, Kildan û Ermenan ên li Reqa û Tebqayê bên radestkirin.