Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ BI BONEYA 19’EMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA KJK CIVÎNEK LI DAR KET

Civîn li Salona Civînan a 8’ê Adarê hat lidarxistin û bi sedan rêveber û endamên jin ên partî, sazî û dezgehên herêmê tevlê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser dîroka têkoşîna jinan û girîngiya wê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat bibîrxistin ku hêz û îradeya jinê ya niha derketiye holê, encama fikrên Rêber Abdullah Ocalan e

Civîn bi pêşandana sînevîzyonekê ku têkoşîna şehîdên jin ên Tevgera Azadiya Jinê vedibêje bi dawî bû.