Kanala ROJAVA TV

KOVAN KENI’O: DIVÊ PARTIYÊN KURD LI TEVAHÎ KURDISTANÊ HEVGIRTINA XWE ÇÊBIKIN

Sekretêrê Partiya Roj a Kurd li Sûriyê Kovan Keni’o da xuyakirin ku dijminê gelê Kurd her dem di nava tevgerê de ye da ku şerê qirkirinê li dijî wan pêk bîne.

Kovan Keni’o destnîşan kir ku divê partiyên Kurd li Rojava û tevahî Kurdistanê hevgirtina xwe çêbikin ji ber ku dijmin di şerê qirkirinê de cudahiyê naxe nava tu partiyê de.