Kanala ROJAVA TV

XELKÊN MINBIC AMADEKARIYÊN CEJNA REMEZANÊ DIKIN

Çend saet di navbera me û cejnê de mane ku piştî pêkanîna rêûresmên meha pîroz tê pîrozkirin.

di hefteya dawî ya meha remezanê de, êdî her kes amadekariyên cejnê dikin û qerebalixeke zêde li bazarên herêmê çêdibin.

Xelkên Minbicê jî mîna her herêmekê amadekariyan dikin lê rêûresmên xwe di nava êrîşên rojane yên dagirkeriya tirk de pêk tînin.

Xelkên Minbicê diyar dikin ku dewleta tirk bi her boneyekê re êrîşên xwe zêde dike lê êrîş vîna wan naşkîne û bi israrin cejna xwe pîrozbikin.

xelkên Minbic dibêjin tevî êrîş û keysbaziya bazirganan ew dest ji însiyatîfên xêrxwaziyê bernadin û bi vê yekê jî peyamê didin dagirkeriyê ku ew dest ji xaka xwe bernadin.

li bakur û rojhilatê sûriyayê hêvî û daxwaza her kesî rawestandina êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê û sepandina aramî û aştiyê ye.