Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA SERKEFTINA DEM PARTÎ LI QAMIŞLO ÇALAKIYEK HATE LIDARXISTIN

Bi boneya serkeftina DEM PARTI û serhildana Wanê ya li dijî neheqî û zilmê Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo meşek bi erebeyan organîze kir.
Meş ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya naverasta bajarê Qamişlo dest pê kir û li qenat el Siwês veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de Tevgera Ciwanên Şoreşger dirûşmeyên silavkirina berxwedana Wanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berzkirin.
ciwanan tekez kirin ku dê bi rihê berxwedana li Wanê û Bakurê Kurdistanê tekoşîna xwe bilintir bikin da ku rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.