Kanala ROJAVA TV

MERASÎMA XIYABÎ JI BO ŞEHÎD CANŞÊR ŞÊRAWA HATE LIDARXISTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîd Canşêr Şêrawa merasîma xiyabî li dar xist.
Merasîm li pêşiya mala şehîd li gundê Til Qerahê hate lidarxistin.
Di merasîmê de axavtin hatin kirin û di axavtinan de sersaxî ji malbatên şehîdan hate xwestin û hate gotin, Gerîlayên azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê berxwedana herî mezin dan meşandin. Bila dijmin bizane ku tu carî gelê Kurd dest ji têkoşîn û berxwedanê bernade.
Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Şehîd Canşêr Şêrawa û Ekîn Rodî 19’ê Adarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şehîd bûn.