Kanala ROJAVA TV

XELKÊN MINBICÊ: ROJBÛNA RÊBER APO ROJBÛNA AZADIYÊ YE

Rêber Abdullah Ocalan xwediyê felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, di 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara ya Navçeya Ruhayê jidayîk bûye.

Bi mîlada Rêber Apo re û berzkirina fikrê demokratîk re hesabê desthilatên cîhanê tevlihev bû, û bi milyonan hezkiriyê azadî û demokrasiyê mîlada Rêbertî wekî mîlada azadiyê dibînin.

xelkên bajarê Minbicê destnîşan kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo gel li ser piyane û asta têkoşînê bilind dike .

derbarê kampanya komkirina îmzeyan de xelkên minbicê destnîşan kirin ku ku hemû sazî, komîte û komîn bi coş tevlî bûn . 4ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê herêmê roja

rizgarkirina ji ‎bindestiyê her wiha roja şopandina rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e .