KIRYARÊN AKP’Ê LI WANÊ JI ALIYÊ ŞAREDARIYÊN HESEKÊ Û AMÛDÊ VE HATIN ŞERMEZARKIRIN
Encamnameya dawî ya hilbijartinên şaredariyan a li Tirkiyê, kêrek di gewdeya AKP û MHPê de çand û hişt ku erşê hikumeta desthilat biheje û harûdîn bibe.
AKP ya ku naxwazê binketina xwe qebûl bike, li Wanê encamnameya hilbijartinan serûbin kirin û dengê hilbijêran dizîn û dan wekîlên xwe, ji ber vê yekê gel rabû û ji bo parastina îradeya xwe daket kolanan.
li derveyî sînorên Bakûrê Kurdistanê jî, gel helwesta xwe nîşan da û kiryara bêheqî ya ku ji aliyê AKPê ve hatiye kirin, şermezar kir.
Li bajarê Hesekê, Şaredariya Gel daxuyaniyek da û tê de kiryara tirsonek ya Hikûmeta AKPê û hewldana şikandina îradeya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya hemû endamên şaredariya bajarê Hesekê û hevserokên şaredariyan, li avahiya Şaredariya Gel a bajarê Hesekê hat dayin.
Şaredariyê di daxuyaniyê de serketina dîrokî ya vîna azad a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê li dijî neheqî û mêtingeriyê pîroz kir û got dîktatorî îrade û israra we ya ji bo bidestxistina azadî lawaz nake.
Li Amûdê jî Şaredariya Gel derbarê heman mijarê de daxuyaniyek bi koordîneya saziyên civaka sivîl, li ber Şaredariya Gel a Amûdê da.
Şaredariya Gel a Amûdê bi germî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî DEM Partiyê û hemû gelê li Bakurê Kurdistanê kir.
Dem partî ku bi coşeke mezin ketibû hilbijartinan, li mezitrîn bajarên Bakurê kurdistanê derbeyek dîrokî li desthilata Erdogan da û di rûpela AKPê de yek ji bikeftinên mezin tomar kir