Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ FESTÎVALA AMARA YA 4’AN BI DAWÎ BÛ

Festîvala Amara ya 4’an ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Helebê li darxistibû bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.

Festîvala bi pêşkêşkirina rêzeçalakiyên werzişî 2 rojan dewam kir.

Di roja 2’an a festîvalê de Koma Şehîd Beşîr û Şehîd Pêşnek şanoyek folklorî pêşkêş kirin.

Paşê Koma şano ya Şehîd Sara, Koma çîyayê Hawar û Koma Şehîd Cudî Amanos berhemên xwe pêşkêş kirin.

Festîvala Amara ya 4’an bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû.