Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA ŞEHBAYÊ DAYIKÊN ŞEHÎDAN HATIN XELATKIRIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehbayê bi boneya 4’ê Nîsanê dayîkên şehîdan xelat kir.

Çalakiya xelatkirina dayîkên şehîdan li hola Desteya Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas li dar ket.

Di çalakiyê de Endama Rêveberiya Meclisa Jin Xedîce Îbo axivî û fedakariyên şehîdan ên ji bo doza azadiyê bi bîr anî.

Paşê tabloyên wêneyên şehîdan li gel wêneya Rêber Apo li dayikên şehîdan hat belavkirin.

Her wiha komên hunerî stran pêşkêş kirin.