Kanala ROJAVA TV

JI BO YEKRÊZIYA KURDÎ 5 PARTIYÊN KURDÎ INSIYATÎFEK DESTPÊKIRINE

Ji bo avakirina yekrêziya kurdî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, 5 partiyên siyasî yên Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi insiyatîfekê rabûne û ev 3 meh in bi partiyên siyasî yên li herêmê civînan li dardixin.

Partiyên ku bi vê Insiyatîfê rabûne, Partiya yekîtiya Demokratîk PYD’ê, Partiya Çep a demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê El Partî û Partiya Aştî a Demokratîk a Kurdistanî ne.

Ger û civînên van partiyan berdewam in da ku bikaribin peymanekê hevbeş li gorî nerînên hemû partiyên siyasî yên Kurdî li herêmê binîvisînin ku di pêşerojê de bibe lêvegerek ji bo yekrêziyê.

Sekretêrê Partiya Çep a demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku armanca wan ji vê insiyatîfê ku nerîna Kurdî di pêşerojê de bibe yek.

Sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî da xuyakirin ku dê piştî van civînan konfransek li ser asta partî û kesayetên serbixwe yên Kurd were li darxistin û dê di konfiransê de helwestek yekpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê were eşkerekirin.

Rêber Abdulah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî bi riya Telefonê de ji bo yekrêziya kurdî bang kiribû û gotibû divê partiyên Kurdî bi hev re lihevkirinekê bidin çêkirin û hemû pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin alî û ji bo berjewendiyên Kurdan bixebitin.