Kanala ROJAVA TV

ŞÊX FEWAZ EL ZOBE JI KESAYETÊN MÎNAKA WELATPARÊZIYÊ BÛ

Serokê Qebîleya El Cibûr şêx Fewaz El Zobai duh ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneyeke li Şamê çû ser dilovaniya xwe.

Fewaz El Zobai li gundê Selmaniye yê rojhilatê Hesekê di sala 1954`an ji dayik bûye. Xwendina seretayî li gundê xwe û ya navîn li bajarê Hesekê qedand.

Bi destpêka aloziyê û Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an re, tev li şoreşê bû û hewl da aştiya navxweyî bisepîne.

Ji ber wê cihê xwe di Desteya Rûspiyan a kantona Cizîrê de sala 2017`an girt.

Piştre di komîteyên lihevanînê de xebitî û li kêlek wê endamê komîteya têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona cizîrê bû.

Fewaz El Zobai yek ji rûspiyên navdar ên li kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, rêgeza biratiya gelan û neteweya demokratîk ji xwe re kiribû bingeh, zarokên xwe li ser hezkirina welat û wefadariyê mezin kiriye û koçberî red kir.

ji ber ku bi têkiliyên xwe bi pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Çerkes û Asûr re tê naskirin, sala 2017`an bû serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr.

Her wiha ji ber rola wî di lihevhatinên civakî de û helwestên wî yên cidî bi Rêveberiya Xweser re li hember dagirkeriya Tirk û komên çeteyan, bi navê “Xwediyê Destên Spî” hate naskirin.

Fewaz El Zobai li hemberî fitneyê bi taybet bûyerên li Dêrazorê rû dane, xwedî helwest bû.

Wê demê piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD kir.

Şêx Fewaz El Zobai nexweş bû, lewma ji bo dermankirinê çûbû Şamê, di 29`ê Adara 2024`an de ji ber giraniya nexweşiya wî, çû ser dilovaniya xwe.