ŞEHÎDÊN HEFTEYA QEHREMANIYA NETEWEYÎ LI KOBANÊ HATIN BIBÎRANÎN
Merasîma bîranînê bi beşdariya şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera jin û ciwanan li navenda çand û hunera Baqî Xido ya li Kobanê hat lidarxistin.
Hola çalakiyê bi wêneyên şehîdên pêşeng, Rêber APO û pankêrtên serketinê hat xemilandin.
Di çalakiyê de axaftin li ser navê Tevgera azadîyê hate kirin û hate gotin, Rêber APO meha Adarê kire meha serkeftin û berxwedanîyê.
Her wiha senevizyonek li ser berxwedan û têkoşîna şehîdên hefteya qehremanîyê hat pêşandan û mûm hatin pêxistin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “berxwedan jiyan e û şehîd namirin” bi dawî bû.