Kanala ROJAVA TV

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ 114 ŞEHÎD BI BÎR ANÎ

Merasîma bîranînê li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan, endamên meclisa malbatên şehîdan , Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û şêniyên qamişlo amade bûn.

Di merasîmê de Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin, tê de hemû şehîdên doza azadiyê hat bibîranîn û soza şopandina rêya Şehîdan hat nûkirin.

Di dawiyê de wesîqeya Şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.