Kanala ROJAVA TV

YEKEMÎN CIVÎNA KONFEDERALIYA RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK LI DAR KET

Civîn bi amadebûna endamên saziyên civaka sivîl û endamên Meclîsa Giştî ya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, li ser navê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bixêrhatina mêvan hat kirin .

Di civînê de rewşa rêxistinî û siyasî bi firehî hat şirovekirin, piştre 31 ​​kes ji bo pêkhatina ofîsan û hemahengiya giştî hatin hilbijartin.

Her wiha Meclisa Giştî ya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk ji bo 3 mehên pêş plansaziyek amade kir, di nav de şîrovekirina peymana Konfederaliyê ji hemû sazî û komeleyan re, danasîna xebatên konfederaliyê bi rêya ragihandinê, vekirina navenda konfederaliyê piştî temamkirina amadekariyan.