Kanala ROJAVA TV

MALBATA EHMED MEMO BANGA CEZAKIRINA KUJER DIKE

Ev nêzî du hefteyane ku li ser qetlkirina Ehmed Mamo re derbas dibe,Lê birîn û hêsirên malbata Ehmed hîna nehatî kewandin û bi dawîkirin.

Her çav li bîran û wêneyên Ehmed in û rundikan dibarînin.

Di meha 13’ê Adarê de bi destê serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker ku ji bajarê Idlibê ye û li Efrînê bi cih bûye, zarokê 15 salî Ehmed Mamo bi awayekî hovene hate qetlkirin û bê ku hesab jê were xwestin.

Li ser vê bûyerê Meta Ehmed Mamo,Sîham Mihemed Mamo êşa xwe tîne ziman û dibêje ku bi rengekî hovene Ehmed kuştin, ji ber vê yekê banga darizandina kujer “Yamin El-Ibrahîm” li Efrînê dikin.

Sîham Memo bang li rêxistin û hiqûqnasan dike ku ev kujer were cezekirin, ji ber ku îro Ehmed wê sibê heval û gelê wî be.

li gorî şîrovekaran Bi hesabpirsîna ji sûcdaran, ev sûc bi dawî nabin, divê edalet pêk were û komên terorîst ji Efrînê bên derxistin û dagirkeriya Tirk bi dawî bibe.