Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ ŞEHÎD REŞÎD HEMO OXIR KIRIN

Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîd Reşîd Hemo ê ku di 24 vê mehê de di encama bombebarana dagirkeriya Tirk ya li ser navçeya Til Rifatê de şehîd bibû, oxir kirin .
Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi meşekê ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve birêketin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin û têde soza domandina şopa şehîdan hat dayîn.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hat oxirkirin.